Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El-Hemad bi merasîmeke girseyî li goristana şehîdan a Til Temirê, oxirkirin.
Îro Bi sedan şêniyan navçeya Til Temirê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El-Hemad ê ku di 18`ê Hezîranê de şehîd bûye, bûn.
Girseya gel piştî wergirtina cenazeyê şehîd berê xwe dan Goristana Şehîdan a Til Temirê.
Li goristanê, piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û malbata şehîd axeftin hate kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin, rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kirin û soza şopandina riya wan dan.
Di dawiya mersîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de û sloganên silavkirina şehîdan veşartin.
Şehîd Îbrahîm El-Hemad şehîdê sêyemîn ê heman malbatê ye. Hemûyan ji bo parastina gel û welatê xwe canê xwe feda kir.