Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn û got:
“Parastina destkeftiyên şehîdan, rêya yekane ya bidawîkirina hemû cureyên qirkirinê ye.”
PYD’ê hemwextî salvegera 34’an a Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da û got:
Kurd û hemû piştevanên wan ji sedan salan ve li hember pergalên dîktator û siyasetên şofanîst li ber xwe didin ..
Meclisê destnîşan kir ku siyasetên pergala Tirk li dijî kurdan, berdewama wê qirkirinê ye.
Meclisê dawiya daxwiyaniyê de ev yek got:
Mezinkirina têkoşînê li dijî hemû projeyan rêya yekane ya bidawîkirina hemû cureyên qirkirinê ye..