Lî sînorê Amediyê ya Dihokê helîkopterek ket xwarê

Li sînorê navçeya Çemankê ya ser bi bajarokê Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê, helîkopterek leşkerî ket xwarê.
Hate ragihandin ku mirî û birîndar hene.

Polîsên Dihokê bi medya PDK’ê ragihand ku di saetên şevê de li sînorê navçeya Çemankê ya ser bi bajarokê Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê, helîkopterek leşkerî ku tê gotin ya dewleta Tirk a dagirker kete xwarê.

Her wiha hate diyarkirin ku di dema ketinê de agirek mezin bi helîkopterê ketiye.

Lê heta niha nayê zanîn ka helîkopter hatiye hedef girtin yan jî ji ber pirsgirêkekî teknîkî ketiye xwarê.

Her wiha nayê zanîn ka helîkopter ya dewleta Tirk e yan jî ya welatek din e.

Li gorî çavkaniyên herêmî di nava helîkopterê de 7 kes tê de bûn û gorî gotinan mirî û birîndar hene

Heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Back to top button