Lûtkeya “Berfirehbûnê”: Li Afrîkaya Başûr lûtkeya BRICS pêk tê

Welatên endamên BRICS li Afrîkaya Başûr civiyan.
Yek ji rojeva sereke ya lûtkeyê berfirehbûna welatên berendamin.
Di nava wan de, Erebîstana Siûdî, Îran, Arjantîn, Endonezya û Etiyopya heye.

koma BRICS ku ji Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Komara Afrîkaya Başûr pêk tê, îro li Johannesburgê civiyan.

Rojeva herî girîng a civîna ku wê heta 24’ê Tebaxê bidome, berfirehkirina komê ye.

Lîsteya welatên ku dixwazin tevlî Yekîtiyê bibin jî dirêj e.

Erebistana Siûdî, Endonezya, Îran, Arjantîn û Etiyopya di nav wan de ne.

Balyozê Afrîkaya Başûr li BRICSê Anil Sooklal ku wê mazûvaniya civîna Yekîtiyê bike, di destpêka Tebaxê de ji Bloombergê re got:

“Serokên welatên BRICS wê li ser mezinbûna Yekîtiyê daxuyaniyekê binivîsin.”

Sooklal di wê baweriyê de ye ku ev yek wê di nîzama cîhanî de guhertinek girîng pêk bîne.

Şerê Ukraynayê, cezakirin, xwepêşandanên cîhanî yên hêzê…

Civîna BRICS nîşan dide ku ne tenê welatên pêşkeftî û pişta xwe didin Rojava, her weha baweriya wan bi xwe jî zêde bûye.

Nakokiyên li ser berfirehkirin BRICS

Plana berfirehkirina welatên BRICS di nav welatên hevpeymaniyê de nakokî daye avakirin.

Hindistan, Brezîlya û Afrîkaya Başûr ji ber berfirehbûnê bifikarin ku wê bandoreke neyînî li komê bike.

Her sê welat bi fikar in ku endamên nû wê pirsgirêkên nû ji komê re derxînin.

Wezîrê Karê Derve yê Afrîkaya Başûr Naledi Pandor di meha Nîsanê de helwesta welatê xwe eşkere kir û teqez kir ku divê pêşî li ser pîvanên wergirtina endamên nû were gotûbêj kirin.

Ji ber vê yekê, zanyarê siyasî pêşbînî dikin ku çerxek derkeve holê ku tê de welatên nû yên beşdar bibin hêza biryardariya wan bê sînordarkirin.

Tevî cudahiya ramanên wan, BRICS projeyek serketî ye.

Li gorî rapora veberhênanê ya Konferansa Bazirganî û Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCTAT) ku meha Nîsanê ya îsal hat ragihandin, di hilberîna aboriya cîhanê de para BRICS’ê di navbera salên 2010-2021’an de ji sedî 18’an derket ji sedî 26’an.

Çîn hevparê bazirganiya herî mezin a Brezîlya, Rûsya û Afrîkaya Başûr e.

Tenê Hindistan îstisnayek e.

Amerîka hevkarê bazirganiya Hindistanê ye.

Çîn piştî DYA di rêza duyemîn de ye.

Back to top button