Li Çînê di teqîna li xwaringehekê de herî kêm 31 kes mirin

Li bajarê Yinchuan ê Çînê di encama teqîna li xwaringehekê de herî kêm 31 kes mirin.
Di bergeha lêpirsîna teqîna ku tê texmînkirin ji ber gazê derketiye de 9 kes hatin binçavkirin.

Doh êvarî li paytexta Herêma Xweser a Ningxia Huy, bajarê Yinchuanê yê Çînê ku piraniya wan misilman lê ne, teqînek bihêz rûda.

Di encamê de, herî kêm 31 kes mirin û 7 jî birîndar bûn.

Wezareta Rewşa Lezgîn a Çînê ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li xwaringehê heta îro serê sibê bi dawî bûne.

Xebatên lêkolînerên ku ji bo tespîtkirina sedema teqînê şandine cihê bûyerê, dewam dikin.

Televîzyona dewletê ya Çînê ragihand ku piştî bûyerê xwediyê xwaringehê û xebatkarên wê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.

Ajansa nûçeyan a Xinhua ji komîteya Partiya Komunîst a xwecihî ragihand ku tê texmînkirin teqîn ji ber gaza xwezayî derketiye.

Piştî teqînê, Serokê Çînê Xi Jinping ferman da ku di derbarê bûyerê de lêkolînek tevahî were kirin.

Back to top button