Li welatekî Amerîkaya Navîn Hondûrasê li girtîgehekî jinan şer derket.
Ev şerê di navbera 2 komên çeteyî de bû sedema 46 jin jiyana xwe ji dest bidin.
Bîlançoya qurbaniyên li girtîgeha jinan a li bajarê Tegucîgalpa ya paytexta Hondûrasê giran dibe.
Di şerê navbera 2 komên çete de, 46 jin mirin.
Ji van 26 jin şewitîn û 20 jî bi kêr û çekan mirin.
Dermankirina 7 jinên li nexweşxaneyê jî dewam dike.
Li Hondûrasê wezîrê parastinê ji kar hate girtin
Serokê Hondurasê Xiomara Castro bûyer wekî “pir tirsnak” binav kir.
Castro got;
Serhildan ji aliyê çeteyên kolanan ve “bi agahdarî û razîbûna karbidestên ewlekarî” hatibû plankirin.
Serok Castro Wezîrê Ewlekariyê Ramon Sabillon ji kar dûrxist û Şefê Polîs Gustavo Sanchez li şûna wî erkdar kir.
Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Ewlekariyê Miguel Martinez jî diyar kir ku êrîş bi plan hatiye kirin.
Li girtîgeha jinan a li Tamara bajarê Tegucîgalpa ya paytexta Hondûrasê duh danê sibê li gorî saeta herêmê alozî û pevçûn derket.
Ji ber şerê di navbera çeteyên Mara Salvatrucha û Barrio 18 de, li derdora girtîgehê gelek hêzên ewlekariyê hatin bicihkirin.
Li girtîgeha jinan a li Hondurasê şer: Herî kêm 41 jin mirin