Piştî 3 mehan Biden li gel Erdogan axivî

Piştî bi mehan çavê Serokomarê Tirk Erdogan li telefonê ma, herî dawî Serokê DYA Joe Biden lê geriya.
Lê axaftina Biden keyfxweşiya Erdogan di qirikê de hişt.
Çapemeniya Amerîka ragihand ku Biden ji Erdogan re gotiye, wê bûyerên 1915’an weke “qirkirinê” nasbike.
Her wiha ji bo dilê Erdogan xweş bike jî wê di civîna NATO ya Hezîraê de jî hevdîtinekê pêk bînin.

Bi hatina rêveberiya nû ya Serokê DYA Joe Biden ya li ser deshilatdariyê re, yek ji mijarên dihat mereqkirin di guherîna polîtîkayên welat de wê helwestek çawa were meşandin bû.

Ji ber vê yekê, Tirkiye dixwest heman bazirganiya xwe ya bi serdema Donald Trump re careke din dubare bike.

Lê neaxaftina Biden ya bi Erdogan re aloziya navbera Waşîngton û Enqerê ya di nava 4 salên pêş de dida diyarkirin.

Herî dawî Biden li telefona serokomarê Tirkiye Erdogan geriya.

Koşka Spî têkildarî naveroka axaftina Biden û Erdogan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Biden û Erdogan li ser mijarên dualî û herêmê nîqaş kirin.

Ji bo hevdîtineke di civîna Hezîranê ya NATO de jî li hev kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Biden û Erdogan li ser mijarên xurtkirina hevkarî û derbaskirina mijarên aloz axivîne.

Ajansa Reutersê ragihand ku Biden ji Erdogan re gotiye, wê bûyerên 1915’an weke “qirkirinê” nasbike.

Tirkiye: Mijara sereke FETO , PYD û PKK bû

Wezareta Ragihandina Serokomariya Tirkiyê jî li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Wezaretê diyar kir ku Erdogan ji Biden xwestiye ku li ser hebûna FETO ya li DYA, piştevaniya wê ya ji bo hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûrî hatiye axaftin.

Çavuşoglu li gel Blinken hevdîtinek telefonî pêk anî

Her divê navberê de, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li gel hempîşeyê xwe yê DYA Antony Blinken peywendiyek telefonê encam da.

Biden wê li gel saziyên ye bicive

Di vê navberê de, Joe Biden wê Hezîranê li gel saziyên YE civînekê pêk bîne.

Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyn û Seroê Konseya YE Charles Michel li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandin ku wê di meha Hezîranê de li Brukselê Civîna DYA-YE pêk were.

Di civînê de wê hewil were dayîn ku careke din têkliya navbera YE û DYA were xurtkirin.

Back to top button