Mezlûm Ebdî bersiv da Lavrov: Em di rêvebirina dosya Daiş’ê de bi ser ketine

Wezîrê Derve yê Rûsiya Sergey Lavrov QSD’ê bi serbestberana DAIŞ’iyên girtî tewanbar kir.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bersiv da û got, ev rapor ne piştrast in, berovajî wê QSD’ê di rêvebirina vê dosyê de bi ser ketiye.

Her wiha Rêveberiya Xweser jî ji televsiona me re diyar kir ku, hemwextî danustandinan, ew ji vê helwesta Rûsya matmayî mane.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî idiayên Sergeyê Lavrov red kir û got, “raporên wan ne piştrast in”

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îdia kir ku bi qasî 10 hezar terorîst li Rojhilatê Firatê hene û QSD’ê jî bi serbestberdana wan li bermaberî pereyan tewanbar kir.

Mazlûm Ebdî li ser Twittera xwe bersiva Lavrov da û got,

“ji bo çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê kordîne navbera me û aliyên navdewletî heye, Rûsya û Amerîka jî di nav de ne.

Em di mijara rêvebirina vê dosyayê di warê ewlekirin û pêkanîna aramiya navdewletî de bi ser ketin e.”

HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK:
TEVÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ, ME GIRTÎGEHÊN DAIŞ’Ê PARASTIN Û DIPARÊZIN

Hemwextî wê jî berdevkê QSD’ê Kîno Gabiryêl bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên Dewleta Tirk û destnîşan kir ku, tevî hemû êrîş û binpêkirinên li ser vê mijarê xeter jî, lê belê heta niha parastin bi awayekî têrker û serkeftî ji bo girtîgehan tê kirin.

Di demên dawiyê de, gelek hewldanên revê û revandina çeteyên DAIŞê û malbatên wan hatin kirin.

Hêzên Ewlekariyê ragihand ku, piştî êrîşên li ser herêmê, hejmarek malbatên çeteyan bi taybet ji Kampa Eyn Îsayê reviyan û berê xwe da herêmên Tikriyê.

Her wiha da zanîn, wan rê li ber bi sedan hewldanên revê ji Kampan girtine.

RÊVEBERIYA XWESER:
HEMWEXTÎ DANÛSTANDINAN, HELWESTA RÛSYA CIHÊ MATMAYÎNÊ YE

Rêveberiya Xweser jî ragihand ku ew li hemberî ji van daxuyaniyên Lavrov matmayî dimînin..

Şêwirmendê Rêveberiyê Enwer El Muşrif televsiona me Ronahî TV re diyar kir ku, di wextekê de ku danûstandin di navbera wan û Rûsyayê de ji bo diyaloga bi Hikûmeta Sûrî re heyî, daxuyaniyek bi vî rengî cihê matmayînê ye..

Berî niha jî Rêveberiya Xweser û QSD’ê ev dosya weke bombeyeke neteqandî bi nav kir û hişyariyeke lezgîn da welatên peywendîdar..

Di heman daxuyaniya ragihandina QSD’ê de hat gotin, cezakirina girtiyên xwediyê nasnameya Sûrî ji mafê dadgehên herêmî ye.

Kîno Gabiryêl teqez kir ku, ew kes piştî ku cezayên xwe dibînin, serbest tên berdan.

Wezîrê Karê derwe Sergey Lavrov bi daxuyanîyê yên neyînî li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî tê naskirin.

Berî niha gava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, weke hewldana avakirina Kurdistan binav kiribû û xwestibû armancê Rêveberiyê yên demokratîk û yekîtiya axa Sûriyê berovajî bide nîşandan.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close