Êrişên dewleta Tirk ên bi dronan dema dawî pir zêde bûne.
Berî çend se’etan droneke dewleta Tirk li gundekî Eyn îsayê êriş pêk anî.
Di êrişê de 2 welatî birîndar bûn.
Beriya derdora du seetan droneke dewleta Tirk li li gundê Seyda yê Eyn Îsayê êrişek pêk anî.
Di encamê de 2 welatî birîndar bûn.
Navên wan jî wiha ne:
Elî Xelîl Omer (20) û Ehmed El-Xidir (21)
Şevê din jî artêşa Trik gundê Tinib ê navçeya Şera û 3 gundên Şehbayê jî topbaran kirin.
Heman rojê Dewleta Tirk gundê Til Zîwan ê Qamişlo jî topbaran kir.
Der barê wê de Hêzên Asayîşê daxuyaniyek da, ev êriş piştrast kir û got:
“Dagirkeriya Tirk bi van êrişan hewl dide welatiyan bide koçberkirin û ewlehiya herêmê têk bibe.”