
HPG’ê gerîla Aram Sîrwan ku 16’ê Kanûna 2022’an li Zapê di êrişa hewayî de şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr anî.
HPG’ê di daxuyaniyê de qala têkoşeriya şehîd Aram kir û ji malbata şehîd re, xelkê Sine yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta gerîla Aram Sîrwan de daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku di 16’ê Kanûna 2022’an de di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de hevrê Aram Sîrwan şehîd bû û wiha got:
“Hevrêyê me Aram ê ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, bi hişmendiyeke xurt a neteweyî tevlî nava partiya me PKK’ê bû.
Di nava partiya me de paşeroja azad a gelê me dît û li ser vê bingehê bi rengekî fedakar tevlî bû.
Li dijî polîtîkayên hêzên dagirker ku hewl didin gelê me qir bikin, têkoşîna azadiyê da û şehîd bû”
HPG’ê di dewamiyê de ji malbata hêja ya Aram Sîrwan , xelkê Sine yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Agahiyên berfireh yên li ser nasnameya şehîd Aram Sîrwan wiha ye:
Nasnav: Aram Sîrvan
Nav paşnav: Mîhrîdad Rahimyan
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik: Şehnaz
Bav: Nasir
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Kanûna 2022 / Zap