Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê li 27 navçeyên Stenbolê îtîrazî encamên rayên 236 sindoqan kir.
Partiya Çepên Kesk da zanîn ku ji hezaran ray zedetir ji AKP’ê û MHP’ê re hatine nivîsandin.
Li aliyê din Parlamenterê HDP’ê yê berê Kemal Bulbul diyar kir rewabûna hilbijartinên 14’ê Gulanê nemaye û got:
“Di tûra duyemîn de wê rayek we jiyanê diyar bike.”
Tespîtên li ser bêûsuliyên di sindoqên hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê de roja 14’ê Gulanê çêbûne dewam dike.
Li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi dehhezaran dengên Kurdan û dostên wan hatin dizîn.
Rêxistina Partiyê a Stenbolê tespît kir ku girtekên bi îmze yên di destê wê de û encamên daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hev nagirin.
Partiya Çepên Kesk li 27 navçeyên Stenbolê yên li herêmên 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn tespît kir.
Partiya Çepên Kesk diyar dike ku di 263 sindoqan de bêûsulî hatiye kirin
Bi hezaran ray ji AKP-MHP’ê re hatine nivîsandin
Li gorî girtekên bi îmze yên di destên wan de bi giştî 3 hezar û 570 ray ji bo Parrtiya Çepên Kesk nehatine qeydkirin.
Partiya Çepên Kesk da zanîn ku ji hezaran ray zededir ji AKP’ê û MHP’ê re hatine nivîsandin.
Di vê çarçoveyê de Partiya navborî îtîrazî encamên 236 sindoqan kir.
Kemal Bulbul: Tu rewabûna hilbijartinên 14’ê Gulanê nemaye
Li aliyê din, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, serokkomar nehat bijartin û hilbijartin ji tûra duyemîn re ma.
Di 28’ê Gulanê de wê bi deh milyonan mirov dîsa biçin hilbijartinê û vê carê tercîha serokkomariyê bikin.
Têkildarî mijarê Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê yê berê Kemal Bulbul nirxandin kirin.
Kemal Bulbul diyar kir, hilbijartin di atmosferek ku ewlehiya hilbijartinê nebûye de pêk hatiye û got:
“Tu rewabûna hilbijartinên 14’ê Gulanê nemaye û divê ku hilbijartin bê redkirin.”
Kemal Bulbul: Wê rayeke me jiyanê diyar bike
Bulbul bal kişand ser girîngiya hilbijartina serokkomariyê ya dê di 28’ê Gulanê de bê kirin û wiha got:
“Di hilbijartina yekemîn de gelek kes neçûne ser sindoqê.
Em bang li wan dikin ku hilbijartina duyemîn biçin ser sindoqan û rayên xwe bidin.
Ji ber ku li Tirkiyê hilbijartinên demokratîk pêk nayên, divê em hin bêtir xwedî li tûra duyemîn derkevin. ”
Kemal Bulbul destnîşan kir ku di tûra duyemîn de wê her rayek jiyana li pêşiya me diyar bike ji her kesî xwest helwesta xwe diyar bikin.
Ji bo hilbijartinê AKP di havînê de dest bi belavkirina komirê kir


