TAJÊ li Silêmaniyê konferansekê li dardixe

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi boneya salvegera 9’emîn a fermana 74’an li Silêmaniyê bi beşdariya sazî û rêxistinên jinan ên pêkhateyên cûda konferansekê li dardixe.

Konferans bi dirûşma ‘Têkoşîna hevbeş a jinên pêkhate û bawariyên cuda misogeriya bidawîanîna komkujiyan, pêngaveke ber bi avakirina pergalek demokratîk e’ tê lidarxistin.

Konferans vê sibê destpêkir.

Axaftina destpê ji aliyê berdefka TAJÊ’ê riham hiço ve hate kirin.

Hijo bang hêzên Iraqê û hêzên navnetewî kir ku ferman û xweseriya Şengalê nasbikin.

Nûnera Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê Evîn swêd jî diyar kri ku xeterya çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengal, Iraq û Sûrî berdewam dike û teqez kir ku wê jin bi têkoşîna xwe çeteyên heyî têk bibe.

Berdefka RJAK’ê Rozerîn Kemanger jî li ser navê jinên Rojhilatê Kurdistan konferans pîroz kir û got:

“Ew ê li hember hişmendiya zilamsala ku di îran û şengalê de pêşket wê têkoşîna xwe bidomînin”

Back to top button