Çavdêrên Siyasî: Bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê Kurd îro bûn hêz

Çavdêrên siyasî yên Hewlêrê dibêjin, bi saya pêngava 15’ê Tebaxê Kurd îro bûn hêz.

Çavdêrê siyasî yê Hewlêrê Mesûd Ebdulxaliq li ser Pêngava 15’ê Tebaxê axivî û got:

“Bi teqandina guleya yekem, PKK’ê ji cîhanê re got yên dixwazin me tune bikin, em qet tune nabin.

Ji bo vê yekê ev gaveke pîroz e.”

Her wiha çavdêrê siyasî Bêkes Qadir jî bal kişand ser qîmet û girîngiya 15’ê Tebaxê û ev tişt anî ziman:

“Têkoşîna çekdarî dayîn, parastina maf û azadiyên xwe ye, di heman demê de parastina rewa ye.

Bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê niha Kurd bûne hêz.

Êdî tu hêz û alî nikarin di pirsgirêkên navnetewî û herêmî de wan paşguh bikin.”

Şêniyên Silêmanî û Raperînê Pêngava 15 Tebaxê vejînê pîroz kir

Back to top button