“Insiyatîfa Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ye”

Rûspiyên êlên navçeya Til Hemîsê gotin, beyannameya Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê ye.

Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ji bo gotubêjkirina geşedanên siyasî li herêmê û insiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist.

Di civînê de rûspiyên êlên navçeya Til Hemîsê, şêxên êla Şimer, êla El Yesar, êla El Bû Salim, hevserokê û endamên PYD’ê şaxê Qamişlo beşdar bûn.

Civîn li avahiya partiyê ya rojhilatê navçeya Til Hemîsê li dar ket.

Di civînê de endamê rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Luqman Ebdullah axivî û behsa geşedanên siyasî yên li herêmê kir û got:

Dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên li dijî herêmê armanc dike ku împeratoriya osmanî vejîne.

“Netevlikirina hin aliyên Sûriyê di însiyatîfên çareseriyê de, sedema dewama aloziyê ye.

Ji ber wê divê diyaloga sûriyî-sûriyî be û divê hikumeta Şamê insiyatîfa Rêveberiya Xweser bipejrîne.

Rûspiyê êla Şimer Fewaz El-Wetîd jî beyannameya Rêveberiya Xweser bi erênî nirxand û diyar kir ku beyanname ji hemû sûriyan re çareserî ye.

Back to top button