HPG: Dagirkeran 31 caran êriş kir, 1 hate cezakirin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dagirkeran êrişî Qada Berxwedanê kirin û hêzên wan di çarçoveya parastina cewherî de yek hatiye kuştin. Li aliyê din HPG’ê bi daxuyaniyekê cuda ragihand ku gerîlayê bi navê Egîd Zîlan di 29’ê Çile de di encama nexweşiyeke ku pê ketiye de, şehîd bûye.

HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek belav kir.

HPG’ê diyar kir ku êrişên li dijî gêrîlayan dewame û wiha got: “Li Herêma Zapê di 5’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li dijî Qada Berxwedanê ya Girê FM êrişek kir.

Hêzên me di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dan dagirkeran.

Di heman Rojê de hêzên dagirker xwestin çepera me ya berxwedanê ya Sîdayê îmha bikin.

Li wir jî hêzên me li wan dan û dagirkerek hate kuştin.”

HPG’ê eşkere kir ku di i 5’ê Gulanê de qadên Berxwedanê 15 caran bi balafirên şer

Û 16 caran bi obus, tank û çekên giran hatin e bombekirin.

Di dewamê de HPG’ê da zanîn di van bombekirinan de tiştek bi hêzên wan nehatiye.

HPG: Hevrêyê me Egîd Zîlan di encama nexweşiyê de şehîd bû

Li aliyê din HPG’ê bi daxuyaniyekê cuda ragihand ku gerîlayê bi navê Egîd Zîlan di 29’ê Çile de di encama nexweşiyeke ku pê ketiye de, şehîd bûye.

HPG’ê derbarê şehadeta Egîd Zîlan de ev agahî parve kir:,

“Hevrêyê me Egîd Zîlan ê li herêma Zapê bi erka xwe radibû û li dijî êrişên dagirkeriyê di nava têkoşîneke fedaî de bû.

Li di 29’ê Çile de di encama nexweşiyeke ku pê ketiye de, şehîd bûye

Tevî ku hevrêyên wî yên di heman çeperiyê de şer dikirin bi hemû derfetên xwe mudaxele kirin jî nekarîn pêşî li nexweşiya hevrê Egîd bigirin.

Şehadeta hevrêyê me Egîd ku di encama nexweşiyekê de pêş ket, hemû hevrêyên wî xemgîn û bandor kiriye.”

HPG’ê di dawî de ji malbata şehîd Egîd ya hêja û gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî xwest.

HPG şehîd Egîd Zîlan bi rêzdarî bibîranî

Agahiya berfireh ên li ser nasnameya şehîd Egîd Zîlan wiha ye:

Nasnav: Egîd Zîlan
Nav û paşnav: Muzaffer Elwan Derwîş
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Navê dê:Melîke
Navê bav: Elwan
Dem û cihê şehadetê: 29 Çile 2023, Zap.

Back to top button