QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin

QSD′ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin û soz da ku tolê ji kujer û dijminan hilîne û li ser şopa şehîdan heta pêkanîna armancên wan tê bikoşe.

Duh balafirên bêmirov a bi çek ya dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Qeyrewan ê bakurê Holê kir, di encamê de 2 şervanê QSD’ê şehîd bûn.

Beriya 2 rojan jî di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Fatsê yê rojhilatê Eyn Îsayê de şervanekî QSD’ê şehîd bû.

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyek da.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de, wiha anî ziman:

“Di êrişa gundê Qeyrewan şervanên me Ekab Til Koçer û Ramî Til Hemîs her wiha di êrişên li gundê Fatsê yê Eyn Îsa hevrêyê me Xelef El-Ibrahîm şehîd bûn.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de behsa rola û tekoşîna şehîdan di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de kir û wiha anî ziman:

Hevrê me Ekab û Ramî ji bo nirxên şênî û şehîdan wefedar bû û di erkên xwe de dilnizm bû.

Ji bo parastina şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên wê, ti carî dudilî nebûn.

Di têkbirina baregehên terorê yên DAIŞ’ê li wê herêmên û bi taybet li gundê Qeyrewanê bi rolek girîng û aktîf lîstin.

Hevrêyên me Xelef Ibrahîm jî di sala 2020 li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tevlî nava refên me bû û di eniyên şer yên li Eyn Îsa û Reqayê cih girt.

QSD’ê dawiyê sersaxî ji malbatên Şehîdan re xwest û soz da ku ew ê şopa şehîdan berdewam bikin heta ku hêvî û xeyalên wan li welatekî ewle û aştiyane bi cih werin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Igab Til Koçer
Nav û paşnav: Bender El Mizel
Navê dayikê: Şêxa
Navê bav: Mihemed Elî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Koçer, 1989
Cih û dîroka şehadetê: Qeyrewan, 5 Gulan 2023

Nasnav: Ramî Til Hemîs
Nav û paşnav: Ziyad El Îbrahîm
Navê dayikê: Wedha
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Hemîs, 1987
Cih û dîroka şehadetê: Qeyrewan, 5 Gulan 2023

Nasnav: Bedîh
Nav û paşnav: Xelef El Îbrahîm
Navê dayikê: Sebha
Navê bav: Mihemed Salih
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor, 1996
Cih û dîroka şehadetê: Gundê Fatisa, 4 Gulan 2023

Back to top button