QSD: Di êrişa artêşa Tirk de 2 şervanên me şehîd bûn

QSD’ê bi daxuyaniyekê, da zanîn ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker ya vê sibehê li Til Hemisê de 2 şervanên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser malpera xwe têkildarî êrişa balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

QSD’ê di berfirehiya daxuyaniyê de ev tişt anî ziman:

“Îro beriya nîvro saet 10’an balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker êrişî gundê Qeyrewan ê Til Hemisê kir.

Di vê êrişê de, hêzên ku ewlehiya Kampa Holê digirtin, hat hedefkirin.

Di encama vê êrişê de, 2 şervanên me şehîd bûn.

QSD’ê di dewamê de got:

Artêşa Tirk a dagirker berê jî êrişî hêzên ku ewlehiya Kampa Holê dikirin, kiribû.

Armanca ji van êrişan, ji nûve birêxistinkirina DAIŞ’ê ye.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê dawiyê da zanîn ku dê nasnameyên her du şehîdan di demên pêş de werin aşkerakirin.

Back to top button