TCŞ û Têkojin ji bo Partiya Çep a Kesk bang dengdanê kirin

Ji bo hilbijartinên li Tirkiyê yên li Ewrûpayê tenê 4 roj ji bo dengdanê meye. Ji ber wê Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer bang li ciwananên Ewropayê kirin ku dengê xwe bi kar bînin. Her wiha li Luksembûrgê jî bang li hilbijêran hate kirin ku ji bo demokrasî û azadiyê biçin ser sindoqan.

Ji bo hilbijartina serokkomariyê û parlementriyê yên li Tirkiyê li Ewrûpayê hilbijartinan re 4 roj maye bi dawî bibe.

Lewma Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ji bo Partiya Çepên Kesk banga dengdanê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Ev hilbijartin ji bo Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Me gelek caran ragihandin ku her dengê di vê hilbijartinê de bê bikaranîn stratejîk û dîrokî ye.

Di vê demê de ku çar roj mane ji bo dengdanê, daxuyaniyên şefê faşîst Erdogan, bi taybetî êrişên li bajarên Tirkiyê yên li ser Partiya Çepên Kesk girîngiya vê hilbijartinê careke din radixin pêş çavan.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer di daxuyaniyê de destnîşankirin ku dengên li Ewropayê dikare çarenûsa hilbijartinê diyar bike.

Lewma jî bang li ciwanan hate kirin ku pêşengiyê ji bikaranîna dengdanê re bikin

“Divê ji bo hilbijartinan her kes dengê xwe bikarbîne”

Rêveberê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) Nacî Azman li Luksembûrgê li ber navenda sindoqan daxuyanî da û bang li her kesî kir ku herin dengdanê.

Azman bi bîr xist tevî ku li Luksembûrgê 1500 hilbijêr hene, di hilbijartinên 2018’an de 10 hezar hilbijêran deng dane.

Azman got ku hilbijêr ji welatên cîran jî tên Luksembûrgê ku deng bidin û ev tişt got:

“Di nava 8 rojan de em gihiştin 10 hezar hilbijêran. Lê ev ne têrker e.

Mixabin hîna beşek mezin ji hilbijêrên me nehatine ser sindoqan. Ev hilbijartin gelek girîng û dîrokî ne.

Ji bo demokrasî û azadiyê her kes divê tişta ku dikeve ser milê wan bike.”

Nacî Azman diyar kir ku Rêxistinên Elewiyan jî ji bo hilbijartinan piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk.

“Ev sedsal wê bibe sedsala Gelê Kurd”

Back to top button