“Ev sedsal wê bibe sedsala Gelê Kurd”

Li Êrdîşa Wanê û Betlîsê bi tevlîbûna bi hezaran kesan mîtînga Partiya Çepên Kesk hat lidarxistin. Di mitîngan de peyama, “Çi dibe bila bibe wê dawiya wê bi heybet be” hat dayîn. Hevserokê HDP’ê Sancar got: “Niha dem dema serketinê ye. Wê gelê me di 14’ê Gulanê de wan di sindoqan de têk bibe”

Mîtîng û coşa Partiya çepên Kesk ên ji bo sefkeftina di hilbijartinên Tirkiyê d edewam dike.

Li Erdîşa Wanê peyama ‘Dawî wê bi heybet be’ hat dayîn

Partiya Çepên Kesk li navçeya Erdîşa Wanê bi beşdariya hezaran kes mitînga hilbijartinê li dar xist.

Mitîng li qeraxê Gola Wanê hat lidarxistin.

Endamên komîteya amadekar derketin ser dikê û gel silav kirin.

Piştre Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Wanê Veysî Dîlekçî axivî û diyar kir êdî tu hêz nikare xwe li pêşiya vê têkoşînê bigire.

Sancar: Li hemberî me desthilatek diz û şerxwaz heye

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku ew bi pêşengiya jin û ciwanan ber bi serkeftinê ve dimeşin û got: “Li hemberî me desthilatek diz, talanker û şerxwaz heye.”

“Desthilat bi dijminatiya Kurdan xwe li ser pêya digire”

Sancar diyar kir ew ji nijadperestiyê û dijminatiya kurdan re dibêjin êdî bes e û ev tişt anî ziman:

“Ev desthilat bi dijminatiya kurdan xwe li ser pêya digire. Cihêkariyê dixin navbera gelan.

Dijminatiyê kûr dikin. Bersiva herî xurt gelê kurd bi têkoşîna xwe ya rûmet dide.

Wê gelê me di 14’ê Gulanê de wan di sindoqan de têk bibe”

Piştî axaftinan mitîngê bi stranên hunermendan dewam kir.

Li Betlîsê jî alên dara jiyanê li jorê bûn.

Piştî mitînga Erdîşa Wanê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li wir jî bi gel re civiya.

Li wir jî siyametmedaran peyamên serketinê da.

Li Erxanî ya Amedê zextên polîsan ser Partiya Çepên Kesk

Her wiha Partiya Çepên Kesk xwest bi tevlibûna gel li navçeya Erxenî ya Amedê jî hevdîtinê bike.

Lê polîsan dewleta Tirk a faşîst kontrola nasnemeyê kirin hêcet û nehiştin kesên di bin temenê 18 saliyê de tev li hevdîtinê bibin.

Dema li dijî van kirinan endamên partiyê xwestin meşekê lidar bixin jî polîsan hewil da wan astenb bikin.

Xelkê navçeyê jî ev rewş protesto kir, rê li trafîkê girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Back to top button