Pêkhateyên Kurd û Ereb ên heremê diyar kirin ku çareseriya aloziya Sûrî projeya Netewa Demokratîk e.
Welatiyê bi navê Mihemed El Faris ê ji pêkhateyê Ereb e diyar kir ku êrîş û komloyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyê ancax bi projeya netewa demokratîk hevgirtina pêkhateyan û têkîliyên niştîmanî ve vala bê derxistin.
Jina bi navê Sîham Ehmed a ji pêkhateya Ereb e û got:
“Modela neteweya demokratîk û biratiya gelan hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên belavkirina nakokî û fitneyan di navbera gelên herêmê de pûç kir.”
Welatiyê bi navê Zubeyd Omer ê ji pêkhateyê Kurd destnîşan kir ku neteweya demokratîk ji aloziya Sûriyeyê re ya ku cîhan nikare çareser bibe, çareseriya herî guncaw e.
Jina bi navê Sûad Yûnis a ji pêkhateya Kurd e da zanîn ku projeya netewa demokratîk li dijî planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk rêya yekane ye ku gel digihîne azadiyê.