Zeyneb Murad: Ev êriş xeleka dawî ya dagirkirina Kurdistanê ye

Jinên siyasetmedar ên Rojava û Bakurê Kurdisatnê li ser êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê nirxandin kriin.
Siyasetmedaran got:
“PDK’ê bi vê helwestê zirarê dide yekitiya netewî ya Kurdî û divê em li hember bolîtîkayên dagirkirina Kurdistanê rabin”.

Li ser êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya di van êrişan de, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad nirxandin kir.

Zeyneb da zanîn ku ev êrişa Tirkiyê xeleka dawî ya projeya dagirkirina Kurdistanê ye.Zeyneb Murad anî ziman têkoşîna li hember Tirkiyê têkoşîna rûmetê ye û divê her kes seferber bibe.

Saliha Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî ya Kurdî

Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz jî heman êriş û hevkariya PDK’ê nirxandin û ev hevkarî bi xiyanetê binav kir.

Saliha Aydenîz got:

” PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî ya gelê Kurd.”

Û destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze hemû Kurdan qir bike lewma divê ti kes vê qirkirinê qebûl neke.

Ebrû Gunay: Divê em li ber polîtîkayên dagirkirina Kurdisatnê rabin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî anî ziman ku êrişên dagirkirinê rê li ber qirkirina Kurdan vedike û got:

“Desthilatdariya AKP-MHP’ê hebûna xwe li ser dijminatiya Kurdan mezin kir.

Niha jî dixwaze desthilata xwe bi vî awayî bide dewamkirin.

Divê em bibin yek û li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê rabin.”

Siyasetmedarên Rojava: Bi hevkariya PDK’ê, Osmaniya nû Kurdan qir dike

Siyasetmedarên jin ên li Rojavayê Kurdisatnê jî li dijî êrişên Tirkiyê nerazîbûn nîşan dan.

Back to top button