“Li hemberî xwefiroşan, em ê mil bidin milên gerîlayên xwe”

Li Başûrê Kurdistanê jî li dijî van êrişan nerazîbûn zêde dibin.
Malbatên şehîdan ên Mexmûrê, Hunermendên Silêmaniyê û ciwanên Kerkûkê êrîşên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê, şermezar kirin û li hember dagirkerî û xiyanetê banga bilindkirina têkoşînê, kirin.

Li gel dewamkirina êrîşa dewleta tirk a dagirker ya bi destekdayîna PDK’ê ya li dijî gerîla û Başûrê Kurdistanê, hêrsa gel jî zêde dibe.

Gelê Başûrê Kurdistanê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî vê hevkariyê nerazîbûn nîşan dan.

Malbatên Şehîdan yên li Wargeha Mexmûrê li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Murad Roboskî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de, piştgiriya bi gerîlayên azadiyê re hat nîşandan û ev tişt hat gotin,

Em ê mil bidin milê gerîlyên xwe, dijminên dagirker, çete û xwefiroşan têk bibîn.

“Divê xelkê Başûr û partiyên siyasî li dijî dagirkeiyê rabin”

Girêdaî mijarê Şandeyek Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, serdana Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê kir.

Şandeyê xwest xelkê Başûrê Kurdistan û partiyên siyasî dijî dagirkeriyê, rabin ser piyan.

Hunermendên Silêmaniyê: Tirkiye hatiye welatê me dagir bike

Hunermendên Silêmaniyê jî li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan dan û gotin:

Artêşa Tirk hatiye welatê me dagir bike.

Derhêner Herdî Semîr li dijî van êrişan derket û piştgiriya xwe ya bi gerîlayên azadiyê re nîşan da.

Hunermend Ibrahîm Ehmed jî anî ziman ku Tirkiyê ti carî cudahî nexistiye navbera Kurdan û got:

”Ev êriş, êrişên tinekirina neteweya Kurd e û tenê dagirkerên Kurdistanê wê ji vî şerî sûd bigirin.”

Ciwanên Kerkûkê: Li Hember dagirkeriyê divê helwesteke hevpar were nîşandan

Ciwanên Kerkûkê jî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî gerîla şermezar kirin û bang li ciwanên her çar aliyê Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriyê helwesteke hevpar nîşan bidin.

Back to top button