PDK: Me hezar û 200 maskeyên li dijî gazê yên PKK’ê desteser kirin

Beriya çend rojan HPG’ê eşkere kiribû ku artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîllayên wan têk diçe, gazên jehrî yên qedexekirî bikar tîne.
Di rewşeke wiha de PDK’ê mîna ku serkeftineke mezin bidest xistiye, îdîa kir ku wan hezar û 200 maskeyên li dijî gazê yên ji bo gerîllayan dihatin şandin, desteser kirine.
PDK’ê wekî din îdîa dike ku PKK’ê bi desteka YPG’ê amadekariya êrişeke mezin li dijî Başûrê Kurdistanê dikir.

Ji 17’ê Nîsanê ve artêşa Tirk bi destûra NATO û her wiha hevkariya PDK’ê êrişî herêmên Zap û Avaşînê dike.

Ji balafiran bigrin, heta helîkopter, tank û top, her cûreyên çekên giran di vê êrişê de li dijî gerîllayên Kurd têne bikaranîn.

Ji ber ku artêşa Tirk rû bi rûyê berxwedaneke dijwar hat, li hin eniyan gazên jehrî li dijî gerîlla xiste dewrê.

Ev yek ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve bi raya giştî re hate parvekirin.

HPG’ê sala 2021’an jî eşkere kiribû ku gerîllayên wan li hemberî çekên kîmyewî û gazûn jehrê tedbîrên pêwîst wergirtine.

Tedbîrên ku HPG’ê behsa wan dike, maskeyên xweparastina li hemberî gazên jehrî ne.

Tam di rewşeke wiha de PDK’ê daxuyaniyeke balkêş belav kir.

Xwedîgiravê PKK’ê bi aramanca ku êrişî Başûrê Kurdistanê bike hejmareke zêde ji çek û teqemeniyan derbasî nava axa herêmê kiriye.

Hêzên PDK’ê di daxuyaniya xwe de mîna ku serkeftineke mezin bidest xistine vê yekê dibêjin,

Me hezar û 200 maskeyên li dijî gazê ku ji bo hêzên PKK’ê diçûn, desteser kirine.

PDK’ê îdîa dike ku wan dest danîne ser tonek ji madeyên teqemeniyê, 23 motorên dronan û 375 çekên klaşînkofê.

Di daxuyaniyê de Rojavayê Kurdistanê jî weke hedef tê nîşan dan.

Lewma PDK’ê dibêje, ev çek û teqemenî ji aliyê YPG’ê ve hatine şandin.

Bi vî awayî peyamê didin dewleta Tirk û koalîsyona navneteweyî ku hêzên Rojavayê Kurdistanê hewl didin êrişî herêma Kurdistanê bikirin.

Back to top button