Artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî çend deverên Şamê kir

Artêşa Îsraîlê bi moşekan bajarê Şamê bombebaran kir.
Hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran derdora Idlib û Helebê topbaran kirin..

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku di seatên berbangê de artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişa hewayî li dijî çend deverên komên çekdar ên girêdayî Îranê yên ku li Şamê dimînin, pêk anî.

Hat ragihandin ku sîstema parastina hewayî ya hikumeta Şamê jî rê li ber çend moşekan girt û anîn xwarê.

Hate diyarkirin ku di encama êrişan de 9 leşker hatin kuştin ji wan 4 yên hikûmeta Şamê ne.

Ji serê salê û heta niha ev 10 car in artêşa Îsraîlê bi moşek û balafiran êrişî herêmên derdora Şamê dike.

Hêzên hikûmtê êrişî herêmên Idlib û Hemayê kir

Her wiha çavdêriyê ragihand hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran derdora çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bombebaran kir.

Di heman demê de hêzên hikûmetê deverên rojavayê Helebê jî topbaran kirin.

Back to top button