Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê nasnameya şehadeta endamê xwe Ehmed El-Keleş eşkere kir.
Navenda Giştî ya Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê derbarê mijarê de daxuyaniyek da ûev tişt anî ziman:
“Endamê me Ehmed El-Keleş li kantona Dêra Zorê dema erka xwe pêk dianî şehîd bû.”
Hêzên Asayîşê ji malbata Ehmed El-Keleş re sersaxî xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Ehmed El-Keleş
Navê bav: Elî
Navê dayîkê: Zekiye
Cih û dîroka tevlêbûnê: El-Bisêra, 30-12-2017`an
Cih û dîroka şehadetê: El-Sebha, 26-4-2022`yan