Rewşenbîrên Tepqayê: Divê li hember êrişan berxwedan were xurtkirin

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê li dijî êrişên dewleta tirk dibêjin:
“Divê li hember êrişên dagirkeriyê berxwedan bê xurtkirin.”
Şêniyên Dêrazorê jî anîn ziman ev êriş li dijî Neteweya Demokratîk, şerekî nû ye.” 

Gelê Ereb ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê xwedî helwest in.

Li dijî êrişan rewşenbîrên Tebqayê nerazîbûn nîşanî êrişan dan.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Mehmûd Etiye li dijî êrişan tekez kir divê berxwedan were xurtkirin û got :

“Divê civaka navneteweyî û her kes li dijî van êrişan bisekinin.”

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Ehmed El-Esed jî dibêje:

“Dewleta Tirk hewl dide Mîsaqî Millî pêk bîne û gelê Kurd qir bike.”

Ehmed El-Esed bang li hemû azadîxwazan kir ku li hember vê dijminahiyê bisekinin.

Êrişên li ser Sûriyê û Başûrê Kurdistanê li dijî netewa demokratîk in`

Serokê Meclisa Firatê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Ebdurehman El-Dixêvic jî li dijî heman êrişan bertek nîşan da û got :

“Êrişên dewleta Tirk komplo ye li dijî projeya Neteweya Demokratîk.”

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Hatêm El- Kihêlen jî dibêje:

Armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr ku hemwextî lêkirina dîwarê perçekirinê pêk hatin , têkbirina projeya
rêveberiya xweser a Şengalê ye.

Back to top button