Serokê Serokê Gotabaya Rajapaksa stifaya xwe li derveyî welat pêşkêş kir

Berxwedana welatiyên Srî Lanka dawî li deshilata hijevketî ya Rajapaksa anî.
Xwepêşandêr piştî têkoşîna bi mehan gihiştin yek ji armanca xwe.
Ew jî dawî anîna li deshilata Rajapaksa bû.
Ofîsa Serokomariyê ragihand ku dawiya dawî nameya îstifaya Rajapaksa hatiye ber destê wan.

Di demekî ku xwepêşandanên li welat dewam dikin de, Serokê welatê li Asyaya Başûr Srî Lankayê, Gotabaya Rajapaksa îstifaya xwe ji derveyî welat pêşkêş kir.

Ofîsa Serokomariyê doh ragihand ku Rajapaksa dema li Sîngapurê bû nameya îstîfaya xwe ji Serokê Meclîsê re şandiye.

Ofîsa Serokatiya Meclîsê diyar kir ku wê li ser reseniya nameyê lêkolîn were kirin û piştî temambûna pêvajoyên yasayî îro bi awayekî fermî îstîfaya wê were ragihandin.

Xwepêşanderan li bajarê herî mezin û paytexta Srî Lankayê Kolomboyê 13’ê Tîrmehê dema agahiyên derketina îstifaya Rajapaksa bi şahiyan pêşwazî kiribûn.

Rajapaksa piştî ku roja Çarşemê reviya Maldîvê, doh êvarî bi balafireke Erebistana Siûdî çû Sîngapurê.

Li gorî The Guardian, rawestgeha dawî ya rêberê Srî Lankayê ku tê xwestin îstifa bike Erebistana Siûdî ye.

Destjikarnekişandina Serokomar qeyrana siyasî ya li welêt girantir kir.

Xwepêşandanên girseyî yên li dijî hikûmetê li Srî Lankayê; Dema ku welat ket qeyranek aborî ya ku bi dehsalan nedîtibû dest pê kir.

Gelek xwepêşander Rajapaksa ji krîza ku bû sedema kêmbûna sotemenî, xwarin û dermanan tawanbar dikin.

Rajapaksa roja Çarşemê bi awayekî demkî dest danî ser desthilatên îcrayê yên tam, û serokwezîr Ranil Wickremesinghe wek serokê dewletê tayîn kir.

Xwepêşanderan çalakiya xwe dewam kirin û daxwaza îstifaya Wickremesinghe jî kirin.

Back to top button