”Divê gelê Kurd gefên dagirkeriya Tirkiyê cidî bibîn e”

Aktîvîst û Hiqûqnasên Soran diyar kirin ku li dijî gefên dagirkeriyê ên li dijî Kurdan, tenê pêwîstî bi yekgirtinê heye. 

Akîvîstê Siyasî yê Soran Karzan Ezîz diyar ku zextên li ser her çar perçeyên Kurdiatanê li dijî Kurdan zêde bûne û got:

“Zextên Îranê li dijî xwepêşendêrên Kurd û gefên şandina hêz li ser sînor, cidî ne.

Gefên dagirkeriyê ên Tirkiyê li ser Rojava û başûrê Kurdistanê jî gefên cidî ne û divê Kurd girîng bibînin.”

”Çareseriya pirsgirêka Kurd bi yekgirtinê pêkan e”

Hiqûqûnas Zanyar Hesen jî derbarê heman mijarê nirxandin kir û got:

”Dema ku nehevgirtin û xiyanet hebe dê dijmin bi hêsan armancên Kurdan tune bike.

Lê, her dema ku Kurd ev herdu pirsgirêk derbas kir, wê bikare li hemberî dijmin raweste û parastina nasname û xaka xwe bike.”

Back to top button