Amerîka bo firotina F-16 ji Tirkiyê re gavek sînordarkirinê avêt

Tirkiye ya ku ji sîstema çêkirina balafirên F-35’an hate derxistin, niha li pey yên F-16 ye.
Lê diyare ev aloziya navbera Enqere û Waşîngtonê bi hêsanî nagihêje encamekê.
Planên Serokê DYA Biden ên firotina balafirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyê hatin astengkirin.
Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya guhertina qanûna ku firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê sînordar dike; qebûl kir.

Meclisa Nûneran a Amerîka pêşnûmeya ku dikare plana Serokê DYA Joe Biden a firotina balafirên şer ên F-16 bo Tirkiyê asteng bike, qebûl kir.

Pêşnûmeya guherandina Qanûna Desthilata Parastina Neteweyî (NDAA) ya ku ji aliyê Frank Pallone yê Partiya Demokrat û Chris Pappas ê Partiya Komarparêz ve hat pêşkêş kirin.

Pêşnûme li Meclisa Nûneran li pêşberî 179 dengên “na” bi 244 dengên “erê” hate erêkirin.

Di biryarnameyê de her wiha gavên şênber ên ku ji bo pêşîgirtina li van balafiran di seferên bêdestûr ên li ser Yewnanîstanê de hate kirin.

Endamê Meclisa Nûneran Frank Pallone got:

“Em nikarin destûrê bidin ku Erdogan statuya Tirkiyeyê ya NATOyê bikar bîne û ji encamên kiryarên xwe dûr bixe.”

NDAA pêşbînî dike ku budceya parastina Amerîka ya sala bê, 800 mîlyar dolar derbas bike.

Lê ji bo ev yek bibe biryar, divê ji aliyê Senetoyê ve were erêkirin.

Tirkiyê di sala 2019’an de, sîstema parastina moşekên S-400 ji Rûsyayê kirîbû.

Piştî firotinê Tirkiye ji bernameya balafirên şer ên F-35 hat derxistin.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Bob Menendez ragihand ku ew li dijî firotina balafirên şer ên F-16 bo Tirkiyê ne.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis di gotarekê de li civîna hevbeş a Kongreyê ku meha Gulanê de bang li senatoran kiribû ku balafirên F-16 nefiroşin Enqerê.

Biden jî di civîna NATOyê ya li Madrîdê de ji rojnamevanan re peyama piştgiriya firotina balafiran bo Tirkiyê dabû.

Back to top button