Bi tevlîbûna hezaran kesî li herêma Medîna ya Sedir a Bexdayê nimêja Înê hate kirin.
Sedir di peyama xwe de got;”Aliyên dixwazin hikumetê pêkbînin, divê girêdayî derxistina dagirkeran bin.”
Bi tevlîbûna hezaran alîgirên rêberê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir, nimêja Înê li herêma Medîna ya Sedir a Bexdayê hate kirin.
Muqteda El Sedir bi xwe tevlî nimêja Înê nebû, lênûnerê xwe şandibû.
Di nimêja înê de peyama Sedir ji aliyê Mehmud Ceyaş ve hate xwendin û hate gotin;
“Ez naxwazim komkujiyên hatine jiyankirin dubare bibin û siyasetek wisan were meşandin ku ev komkujî carek din dubare nebin.”
Sedir di dewama peyama xwe de got;
“Eger hun bixwazin hikumetê ava bikin, wê demê girêdayî derxistina dagirkeran bin.”
Sedir di peyama xwe de balkêşa ser namzetiya ji bo serokwezîrtiya Iraqê û got;
“Ez naxwazim carek din kesên berê vegerin û karesata kevin dubare bibe.”