5 ton derman ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin

Piştgirî û alîkariya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hîn didome.
Kampanya alîkariyê ya bi navê ‘Hawarî Nîştîman’ karwana dawî ya alîkariyê ku ji pêdiviyên derman pêk tê, ji Rojavayê Kurdistanê re şand.

18’ê Cotmehê komek çalakvanên sivîl kampanya alîkariyê ya bi navê, ‘Hawarî Nîştîman’ li Parka Şanedar a Hewlêrê dan destpêkirin

Ji wê demê û heta niha gelek karwanên alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin.

Şevê din karwanê alîkariyê yê herî dawî ku ji pêdiviyên derman pê dihat hat şandin.

Yek ji çalakvanê sivîl yê bi navê Hawrê Kurdî ku di nava yê di nava koma Hawarî Nîştîman cih digire ragihand ku wan şevê din 5 ton derman ji bo Rojavayê Kurdistanê şandin e.

Leave a Reply

Back to top button