Berxwedana Rûmetê ya şervanên QSD’ê û gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî li tevahî cîhanê deng vedaye.
Li Zanîngeha Bernê ya Swîsreyê ji bo piştgiriya berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakiyek hat lidarxistin.
Li Zanîngeha Bernê ji bo berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de Komîteya Rojava ya Bernê jî hazir bû.
Bi navê Heyva Sor a Kurdistanê ya li Swîsreyê axaftin hate kirin.
Di nava axaftinê de hat diyarkirin ku dewleta tirk a dagirker şêniyên resen didin koçberkirin û şûna wan tirkmenan bi cih dikin.
Heyva Sor ji bo şêniyên ji cih û warê xwe derketine banga alîkariyê kir.
Her wiha li ser navê Komîteya Rojava ya Bernê jî axaftin hat kirin û diyar kirin ku parastina destkeftiyên Şoerşa Rojava erkê me hemûyane.
Piştî axaftinan fîlmê “Qamishlo Mittendrin” hat pêşandan ku qala çavdêriyên aktîvîsta Swîsreyî Arîna Heûssler ên li Qamişloyê dike.