“Pergala Îmraliyê di asta êşkenceyê de ye”

Aktîvîsta mafê mirovan û siyasetmedara ji Swîsreyê Elisabeth Decrey Warner anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin di asta îşkenceyê de ye, nayê qebûlkirin û divê neyê piştguhkirin.

Elisabeth Decrey Warner, diyar kir ku wê di sala 1999’an de dîlgirtina Rêber Apo a li Naîrobiyê bi taybetî şopandiye.

Warner destnîşan kir ku wê demê ti sozên hatibûn dayîn nehatin bicihanîn û got:

“Tirkiyeyê soza darizandineke adîlane dabû, lê ji destpêkê de jî diyar bû ku wê vê sozê bicih neyine.

Destur nehat dayîn ku parêzerên Hollandî Ocalan biparêzin û hemû şandin welatê wan.

Viya jî eşkere dikir ku wê Ocalan tu carî bi awayekî adilane neyê darizandin.”

Decrey Warner, bal kişand ser rola dewletan a di tecrîdê de û wiha dom kir:

“Dewletên ku di komployê de cîh girtine li dijî tecrîdê bêdeng in.

Ocalan di şert û mercên derveyî mafên mirovan û hiqûqê tê girtin.

Back to top button