Omer Hacî: Tecrîd li dijî Rêber Apo tecrîda li dijî gelan e

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Omer Hacî Hisên têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo got:
“Rêber Apo dikare pêşî li şeran bigre û pêvajoya aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn bide destpêkirin.
Ji ber ku Rêber Apo ne keseke. Ew gele, di heman demî de wek kes baca gelekî dide.”

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Omer Hacî Hisên têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo û giringiya azadiya wî ya fîzîkî axivî.

Omer Hacî Hisên di destpêkê de bêhelwestiya civaka navdewletî ya li beramberî tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got:

“Em helwest û bêdengiya civaka navdewletî ya li beramberî tecrîdê şermezar û rexne dikîn.

Bê guman Rêber Apo bîrmendeke ku çareseriya tevayî pirsgirêkên Rojhilata Navîn li cem wî ye.

Di kesayeta Rêber Ocalan de gelek tê tecrîdkirin.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan azadiya gelê Kurd û azadiya gelên Rojhilata Navîn bi giştî ye”

Di dawiyê de jî Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Omer Hacî Hisên balkişand li ser rola Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka kurd de û got:

“Rêber Apo dikare pêşî li şeran bigre û pêvajoya aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn bide destpêkirin.”

Jinên Başûrê Kurdistanê: Rêber Apo armanca komployê pûç kir

Back to top button