
Li wargeha Penaberan ya Mexmûrê , Şengal û Amedê li dijî komploya navneteweyî ya 9’cotmehê bi hezaran kes daketin qadan.
Di meş û çalakiyan de komplo hate şermezarkirin û li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn.
Li seranserî Kurdistanê gelê kurd di salvegera 25. ya kompla navneteweyî ya li ser Rêber Apo daketin qadan.
Bi vê armancê li wargeha penabera a Mexmûrê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşê li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heya cihê kontrola derketina wargehê dewam kir.
Li ser navê Meclîsa Gel Filîz Budak daxuyanî da û got:
“Hêzên komploger ji bo me ji Rêbertiya me qût bikin ev 25 salin Rêbertiya me di bin perkagala îşkenceya Îmralî de digrin.
Em jî dibêjin em jiyana bê Rêber Apo qebûl nakin.
Em soza şikandina tecrîd û azadiya Rêbertiya xwe didin.”
Li Şengalê li dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê meşeke girseyî pêk hat
Li Şengalê jî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi beşdariya hemû pêkhate, sazî, rêxistinên Şengalê dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê meşeke bi girseyî hat li darxistin.
Meşê li ber Meclîsa Gel a Navenda Şengalê destpêkir, heya dewra Yermûk dewam kir û li vê derê daxuyanî hate dayîn.
Komploya 9’ê Cotmehê li Amedê hat şermezarkirin
Tevî astengiyên polîsên dewleta Tirk li Amedê jî Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin.
Ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê siyasetmedar û welatî tevlî li çalakiyê bûn.
Çalakvanan xwestin ber bi Parka Koşûyolû bimeşin lê polîsan çalakî dorpêç kirin.
Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan axivî û got:
“Em li dijî komkujiyan li aliyê çareseriyê ne. Dewlet jî dizane çareserî li cem Birêz Abdullah Ocalan e.”
Piştî çalakiyê polîstên Tirk 50 kes binçavkirin.