Komploya 9’ê Cotmehê li Îtalya hate şermezarkirin

Serokê Berê yê Partiya Keskan û Parlamenter Paolo Cento di çalakiya Dema Hêviyê ya li Romayê de axivî û got: “Divê em Ewropayiyên ku ji girtina Rêber Apo berpirsyar in, ji bo azadiya wî têbikoşin.”
Her wiha Parlamenterê Mersînê yê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan jî diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Apo ne tenê pirsgirêka Kurdan e ,û bandorê li hemû gelên dike.
Ji ber vê yekê ne tenê Kurd, divê gel hemû li dijî tecrîdê rabin.”

Ji bo şermezarkirina Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li gelek welatên Ewropa çalakî hatin li darxistin

Li paytexta Îtalya Romayê jî li dijî Komploya 9’ê Cotmehê çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de pirtûka Rêber Apo a bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” hat nîqaşkirin.

Çalakî ji du rûniştinan pêk hat. Di rûniştina yekemîn de pêvajoya hatina Rêber Apo a Romayê û tecrîda mutleq a ku niha didome hatin nîqaşkirin.

Russo Spena: Rêber Apo rûbirûyê pêkanînên dijmirovahî dimîne

Divê rûniştinê de Endamê Delegasyona Navneteweyî ya ji Rêber Apo re Azadî Giovanni Russo Spena axivî.

Spena diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Apo êdî veguheriye îşkenceyê û got ku ne tenê gelê Kurd, divê gelên cîhanê ji bo şikandina tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.

Cento di dawiya axaftina xwe de got, “Em Ewropayiyên ku ji girtina Abdullah Ocalan berpirsyar in, divê ji bo azadiya wî têbikoşin.”

Her wiha Lêkolîner û Nivîskar Mîchela Arrîcale mafê axaftinê girt û bal kişand li ser şert û mercên êşkenceya li Îmraliyê û got: “Rêber Apo rûbirûyê pêkanînên dijmirovahî dimîne.”

Parlamanter Alî Bozan: Divê hemû gelên li vê erdnîgariyê li dijî tecrîdê rabin

Li aliyekî din Parlamenterê Mersînê yê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan derbarê heman mijarê de da zanîn ku piştî komploya navneteweyî li Rojhilata Navîn şer kêm nebû û got ;

“Ev yek tesadûfî nîne. Komplo parçeyek ji projeya berdana hev a gelên li Rojhilata Navîn e.”

Alî Bozan di dewamê de balkişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û destnîşan kir ku çareserî bi dawî anîna li tecrîdê pêkane.

Bozan ragihand ku tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurdan e û wiha dewam kir:

“Şer û krîzên ku tecrîd bûye sedem ne tenê bandorê li Kurdan dike.

Lewma divê hemû gelên li vê erdnîgariyê li dijî tecrîdê rabin.”

Cemîl Bayik: Têkoşîna me wê azadiya Rêber Apo misoger bike û komoloyê biqedîne

Back to top button