Rûspiyên eşîrên Ereban bêdengiya Komkara Erebî û NY li dijî êrişan rexne kirin

Rûspiyên eşîrên Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengiya NY û Komkara Erebî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê rexne kirin û daxwaza girtina qada hewayî li Tirkiyeyê kir.

Rûspiyê eşîra El Elî (qebîleya El Welde) Remedan El Rehal diyar kir ku dewleta tirk bi armancgirtina binesaziyên herêmê dixwaze şêniyên herêmê ji xizmetên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dike, mehrûm bike.

El Rehal helwesta NY`yê û Komkara Erebî li dijî êrîşan rexne kir û ev helwest nîşandan:

“NY û Komkara Erebî çima bêdengin

Gelo ev karê dewleta Tirk qanûnî ye ji ber wê yekê bê helwest dimînin, yan jî ew şirîkên van êrişan in? ”

El Rehal di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafirên dewleta Tirk re bigire .

Rûspiyê eşîra El Xanim Zahir, Mistefa Ebdî jî got:

” Dewleta Tirk a dagirker hewl dide aramiya herêmê têk bibe, û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.”

Mistefa da zanîn ku dagirkeriya tirkiyê dixwaze bi van êrişan tola çeteyên DAIŞ’ê bigre.

Back to top button