Rewşenbîrê Kurd Beşîr Mele Newaf binpêkirina mafan li girtîgehên Tirkiyê şermezar kir û banga hesabxwestinê kir.
Li girtîgehên Tirkiyê binpêkirina mafan û zexta li ser girtiyan hê jî bi dawî nebûye.
Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Beşîr Mele Newaf derbarê mijarê de axivî û got:
”Li girtîgehên Tikriyê binpêkirina mafan heye.
Dewleta Tirk dixwaze bi rêya van kirinan Kurdan biçewisîne.
Lê berovajî vê yekê kesên dikevin zindanan, wek mamoste û rêberên vî gelî jê derdikevin.”
Beşîr Mele Newaf bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî ev tişt anî ziman:
”Dewleta Tirk di bin siya bêdengiya giştî de van sûcan dike.
Hêzên navneteweyî çavên xwe ji sûcên dewleta Tirk re digirin û ji bo berjewendiyên xwe tev digerin.
Dawiyê de Beşîr Mele Newaf banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker kir