Cemal Salih: Destê Tirkiyê di êrişa li dijî girtîgeha Sînaa de heye

Berdevkê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê ya Şehba û Efrînê diyar kir ku herêmên dagirkirî ji bo DAIŞ’ê zemîneke guncaw in.

Cemal Salih behsa êrişa DAIŞ ya li dijî girtîgeha Sînaa kir û diyar kir ku destê gelek hêzên herêmî û dewleta Tirk tê de heye.

Cemal Salih got: ”Êrişa li ser girtîgehê plankirî bû û di çarçoveya lihevkirinên Rûsya, Tirkiye û hikumeta Şamê de pêk hatin.

Herêmên dagirkirî, zemîneke guncaw ji çeteyên DAIŞ’ê re çêdikin, mayîna dewleta Tirk li ser axa Sûriyê bi giştî xetere ye.”

Salih anî ziman ku ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ’iyên girtî pêwîstî bi hevgirtineke navneteweyî û dadgehên navneteweyî heye

Back to top button