Tevgera Azadî: Dewleta Iraqê berpirsê rijandina xwîna Êzidîyan e

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) têkildarî êrişên li ser Şengalê diyar kir ku dewleta Iraqê berpirsê rijandina xwîna zarokên Êzidiyane.

Duh Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir li gel şervanekî din dema xwestin herin taziyeya du ciwanên Êzidî, bûn hedefa êrişek hewayî ya dewleta Tirk.

Tevgera Azadî derbarê êrişê de daxuyanî da û diyar kir ku êdî Êzidî nabin koleyên desthilat û xwefiroşên li dema êrişên DAIŞ’ê de ew bi tenê hiştin.

Di berdewam daxuyaniya xwe de Tevgera Azadî got:

“Êriş li ser Komxebata ‘Di Neteweya Demokratîk de Çaresereriya Pirsgirêka Iraqê’ ye ku li Şengalê çêbû de pêk hat.

Dewleta Iraqê berpirsê rijandina xwîna zarokên Êzidxanê ne.”

Back to top button