Li başûrê Reqayê, çeteyên DAIŞ’ê 2 endamên hêzên hikumeta Şamê kuştin, Li Humsê jî, di teqînekê de, 3 leşkerên hikûmetê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand çeteyên DAIŞ’ê li çolistana El-Resafê ya li başûrê Reqayê ya di bin kontrola Hêzên hikumeta Şamê de 2 endamên hêzên hikumetê kuştin.
Li rojavayê Humsê li ser rêya Tedmurê jî, bombeyek hat teqandin.
Di encamê de, 3 leşker hatin kuştin û hinek birîndar bûn.
Herî dawî balafirên Rûsî zêdeyî 20 êrîşên hewayî li dijî deverên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî pêk anîn.
Li Idlib û Hemayê, hêzên hikumetê deverên Seh El-Xab û Cebil El- Zewiyê bi mûşekan bombebaran kirin.
Li devera El-Rweyha û Benîn yên Idlibê, şer di nevbera hêzên hikûmetê û çeteyên Tirkiyê de, pêk hat.