Meclisa Jinan a Sûriyê li Qamişlo banga bidawîkirina dagirkeriyê kir

Meclisa jinan a Sûriyê li Qamişlo û Reqayê, bi boneya salvegera 3. a êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin. Daxuyaniyan de banga bi dawîkirina dagirkeriyê hat kirin.

Meclisa Jinan a Sûriyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî a li Qamişlo ji bo salvegera 3. a êrîşên li ser Efrînê, daxuyanî da.

Daxuyanî di çarçoveya însiyatîfa li dijî dagirkeriyê û qirkirina jinan ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê de ku di 12`ê Mijdara 2020`an de hatibû ragihandin, hat dayîn.

Di daxuyaniyê de nûnerên hemû rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Beşdaran pankartên “Edalet ji bo jinên Efrînê, dagirkeran darizînin, Efrîn bajarekî Sûriyê ye û dê bimîne, dagirkerî sûcekî dijî mirovahiyê ye, qirkirina jinan rawestînin, dagirkerî tundî ye” rakirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li Efrînê sêcên şer pêk tîne û wiha hate gotin:

“Dewleta tirk li Efrînê çekên qedexe bikar anîn, bi hezaran sivîl da koçberkirin.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişa xwe de komên çete ên terorîst bi kar anîn.

Dewleta tirk bi destê çeteyan jinan direvînin û destdirêjiyê li wan dikin.

Tundiya li dijî wan dikeve asta sûcên şer û sûcên dermirovî.”

Her wiha bang li hemû aliyên Sûriyê hate kirin ku tundiyê û kuştinê yekser rawestînin û bang li saziyên civaka navneteweyî jî hate kirin ku dewleta tirk a dagirker ji xaka sûrî derxînin.

“Li Surî çareserî bi derketina Tirkiyê re pêkan e”

Li Reqayê jî, bi heman armancê jinan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên li dijî welatiyên Sûriyê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Ji bo rawestandina rijandina xwînê û çareseriya siyasî divê dewleta tirk a dagirker bi biryareke navneteweyî ji axa Sûrî were derxistin.”

Back to top button