Çavdêriya Sûrî bîlançoya meha Sibatê yên sûcên çeteyên DAIŞ’ê eşkere kir û da zanîn ku 107 kes li çolistana Sûrî li ser destê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin. Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li herêma ‘Bêçek’ navendên hev dan ber topban, di encamê de çeteyek hate kuştin.
Di wextekî ku çavê cîhanê li encamên erdhejê ye û xelk bi derxistina mirovên xwe ji bin kavilan re mijûle, çeteyê DAIŞ’ê li Çolistana Sûrî tevgera xwe zêdetir kirine.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR bîlançoya sûcên weke mayîn, kemîn û êrişên çeteyên DIAŞ’ê ên di meha Sibatê eşkere kir.
Hate ragihad ku çeteyên DAIŞ’ê di meha Sibatê de di dem û cihên cuda li çolistana Sûrî 107 kes kuştine.
Ji wan 28 leşkerên hikûmetê û komên girêdayî wê û 79 sivîl di nav wan de jin jî hene.
Ji bilî Kuştiyan, 10 leşkerên hikûmetê birîndar in û 35 kes jî ji aliyê çeteyan ve hatine revandin û hîn jî çarenûsan wan nediyar e.
Piraniya kesên hatine kuştin, dema li çolê li kîvarkan digeriyan hatine girtin û kuştin.
Li herêma bi navê “Bêçek” şer çêbû- çeteyek hat kuştin
Li aliyê Herêma jêre tê gotin ‘Bêçek’ jî şer, hedefgirtin û topbarankirin di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a digirker de dewam dike.
Çavdêriya Sûrî SOHR diyar kir ku hêzên hikûmetê bi topan cihê çeteyan yê li gundewarê başûrê Idlibê û rojavayî Helebê topbaran kir.
Di encama êrişa hêzên Hikûmetê ya li Helebê, çeteyek hate kuştin.
Her wiha çeteyên ‘Heyet Tehrîr El-Şam û Fetih El-Mûbîn’ bi top û mûşekan navendên hêzên hikûmetê yên li gundewarê Idilbê kirin hedef.
Di heman demê de, hêzên hikûmetê bi çekên giran gundewarê bakurê Laziqiyê topbaran kir.