TEMELLÎ; ERDOGAN BI DARÊ ZORÊ DESTHILATA XWE DIPARÊZE

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kiri ku kirinên hikumeta AKP’ê mijara kurdan derbas dike û gotin:
Dewleta tirk dixwaze darbeyê rewa bike, bila her kes zanib tiştek ji naskirin vîna gel rewa nîn e.

 

Piştî derbeya 19’ê Tebaxê, serdanên HDP’ê yên ji bo “Îtîfaqa Demokratîk” û “Polîtikayên Qeyûm” ên bi partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk re berdewam dike.

Şandeya HDP’ê îro serdana Komeleya Elewiyên Demokratîk kir.

Şande ji aliyê Hevserokê Giştî yê Komeleya Elwiyên Demokratîk Musa Kulu û rêveberên komeleyê ve hatin pêşwazîkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî diyar kir ku armanca van serdana ewe ku em pirsgirêka hevpar a Tirkiye bi hevre çareser bikin û wiha got:

Xebata Makeqanûna Demokratîk bingeha van xebatan e.

Pêdiviya Tirkiyê bi Makeqanûna Demokratîk heye.

Ji ber gelek beşen civakê xwe di nava vê Qanûna Bingehîn de nabîne.

Niha Tirkiye pêvajoya 12’ê Îlonê tê jîn.

Temellî, bal kişand ser erkdarkirina qeyûman a bajaran û wiha berdewam kir:

Erkdarkirina qeyûm hişmendiya mejiyê yekperest e.

Bi vê yekê di serî de vîna gelê Kurd û vina hemû gelan tune dihesibînin.

Li pêş çavê civakê dijminantiya gelê Kurd dikin. Dijminantiyê pêş dixin.

 

TURK: HIKUMETA AKP’Ê HEWL DIDE DARBEYA XWE REWA BIKE

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê bi fermana Wezîrê Karên Hundir ji peywirê hat girtin, diyar kir ku hikûmet darbeyê rewa dike û wiha got:

Bi armanc ku xwedî li vîn gel derkevin em li vir in.

Bi van kiryaran hikumeta AKP’ê dixwaze derbeya xwe rewa bike û di hişê her kesî de vê rawabûnê ava bike.

Divê her kes vê bûyerê mijara kurdan tenê nebîne, êdî mijar kurd derbas kiriye.

Ji bo wê jî divê gelê kurd û tirk li dijî vê yekê xwedî yek helwest be.

Leave a Reply

Back to top button