Muxalîfê Rûsî Navalnî bi merasîmekî li Moskowê hat definkirin

Ji bo muxalîfê Rûs Alexey Navalni yê ku 16ê Sibatê bi guman jiyana xwe ji dest da, li paytext Moskowê merasîmek cenazeyê hat lidarxistin.

Hat diyarkirin ku cenazeyê Navalnî ji morgê hatiye wergirtin û birin dêrê û paşê anîn Goristana Borisovskoye ya Moskowê.

Dema ku hejmareke mezin a polîs li dora dêrê li Maryino hebû, hejmarek piçûk destûr hat dayîn ku beşdarî merasîma cenaze bibin.

Li dêra li başûrê rojhilatê Moskowê ji aliyê polîsan ve tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.

Derdora dêrê ku bi dehan wesayitên polîsan lê hatin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Li gorî alîgirên Navalnî, zêdetirî hezar kes ji bo merasîma cenazeyê wî muxalîfê Rûsî ku di 47 saliya xwe de wefat kir, hatin dêrê.

Servîsa Girtîgeha Federal a Rûsyayê di 16’ê Sibatê de ragihandibû ku Navalni di girtîgehê de mir û dê sedema mirina wî were lêkolîn kirin.

Dadgeha Rûsyayê bi hinceta ‘avakirina civakeke tundrew’ 19 sal cezayê girtîgehê da Navalnî ku di Tebaxa 2023’yan de di girtîgehê de bû.

Back to top button