Li Senegalê keştiya koçberan binav bû

Hat ragihandin ku li peravên bakurê Senegalê keştiyeke ku bi sedan kes tê de bûn binav bû, herî kêm 24 koçber mirin. Bi dehan kes winda ne.

Li gor agahiya ku Waliyê Saînt-Louîse ku yek ji bajarên herî mezin ê Senegalê ye, cenazeyên 24 kesan ji avê hatin derxistin.

Walî diyar kir ku 21 kes hatine xelaskirin û derbarê kesên din de agahî nedan.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Senegalê de li ser îfadeyên kesên xelasbûne, di keştiyê de 200 an jî zêdetirî 300 kes hebûn.

Lê belê walîtî li hemberî van hejmaran banga baldarbûnê kir.

Herî kêm 24 kes mirin

Bi hezaran kes li Senegalê di van salên dawî de hewl didin ku xwe bigihînin giravên Kanaryayê ku weke deriyê Ewropa tê zanîn.

Bi hezaran Senegalî ji xizanî, bêkarî an bêhêviya pêşerojê, bi awayekî neqanûnî, bi berdêla hin hejmarên pereyan bi rê ketin.

Back to top button