Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ehmed El Xarûf bi merasîmekê li Tepqayê hat oxir kirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Xarûf 17`ê Cotmehê dema erka têkoşîna dijî madeyên hişbirê bi cih dianî, li bajarê Tebqayê gihîşt şehadetê.
Bi sedan şêniyên bajêr cenazeyê şehîd Ehmed El Xarûf bi merasîmekî li goristana şehîdan a Tebqayê sipartin axê.
Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha gotin:
“Hêzên ewlekariyê her tim ji bo parastina aramiya welatê me dixebitin û li ser pêyan e.
Şehîd Ehmed bi destê bazirganên madeyên hişbir ên ku welatê me xirab dikin, şehîd bû.
Em ê heta dawiyê wefadarên fedakariyên şehîdan bin û destkeftiyên wan biparêzin.”
Dawiya merasimê de wesîqeya şehîd Ehmed El Xarûf hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.