Li herêma Firatê wergirtina genim û ceh dest pê kir

Kampaniya Pêşxistina Civaka Çandiyê ya Herêma Firatê dest bi wergirtina ceh û genim ji cotkarên Kobanê kir.

Hevserokê Kampaniya Pêşxistina Civaka Çandiyê ya Herêma Firatê Ebdulbasit Mihemed da zanîn kirîna wan ya wergirtina tov di navbera 35 heta 40 hezar ton de ye.

Ebdulbasit diyar kir ku li herêma Firatê du ambar ji bo wergirtina ceh û genim tên bikaranîn, ceh li ambara Çelebiyê tê wergirtin û genim jî li ambara gundên Rovî û Çelelebiyê tê wergirtin.

Endamê Rêveberê ambarên Kantona Kobanê Newaf Ebdurehman jî derbarê rewşa diyar kir ku roj bi roj girtina genim zêde dibe û sedema vê jî ew e ku Rêveberiya Xweser buhayeke baş ji bo kirîna genim û ceh diyar kiribû.

Back to top button