Tevî nerazîbûnan gelek aliyên hindir û derve vê sibê hilbijartinên Serokatiya Sûriyê li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de destpê kir.
Wezareta Karê Derve a hikûmet Şamê, şevê din ragihand ku hemû amadekarî bi dawî bûn û 12 hezar û 102 navedên hilbiajrtinan amade kirine.
Vê sibê saet di 07.00an de, hilbijartinên Serokatiya Sûriyê dest pê kir.
DYA, Brîtaniya,Fransa, Îtalya û Almanya: Hilbijartin wê ne zelal be
Wezîrên Karê Derve yên DYA, Fransa, Brîtaniya, Îtaliya û Almaniya bi daxuyaniyekê hevbeş pêkanîna hilbijartinan şermezar kirin û gotin wê hilbijartin ne di rewşeke demokratîk û rast de pêk were.
El-Esed: Gotinên welatên rojavayî derbarê hilbijartinan de, bê wate ye
Serokê Sûriyê Beşar El-Esed îro li bargeheke berê ya opozisyona Sûriyê ya li Xûta Şerqî deng da û got:
Gotin û bertekên welatên rojavayî derbarê hilbijartinan de, bê waten e.
Hêjayî bibîxistinê ye ku MSD’ê û Rêveberiya Xweser jî diyar kiribûn ew tevlî van bilbijartinan nabin.
Li dijî hilbijartinan de şêniyên Derayê derketin xwepêşandanan
Li bajar û gundên parêzgeha Derayê şêniyan li hember van hilbijartinan derketên xwepêşandanan.
Di xwepêşandana de Şêniyên Derayê nerazîbûna xwe nîşan dan û vê hilbijartinê şermezar kirin.
Her wiha MSD’ê û Rêveberiya Xweser jî diyar kiribûn ew tevlî van bilbijartinan nabin.