Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê di roja 155’an de didome

Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatibû destpêkiribû, di roja 155’an de didome.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 30’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.

Qedrî Şirîşeyî di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tundî şermezar kir û wiha got:

“Ev tecrîda ku li ser Rêbertiya me, veguheriye li ser tevahî gelê Kurdistan û mirovahiyê.

Armanca me ewe ku em vê tecrîdê bişkênin û Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî azad bikin.

Em jî wek civaka wargehê me xwe tevlî vê pêvajoyê kiriye.

Herwiha em dixwazin pêşengtî ji vê pêngavê re bikin. Baweriya me wisa ye ku wê ev pêngav bi serbikeve.

Em di wê bawerî, hêz û îradeyê de ne ku emê bikaribin vê tecrîdê bişkênin.”

Çalakiya nobetê li Mexmûrê ya li dijî tecrîdê bi koma 31. dewame

Back to top button